Hefteya Piştî Komplo

Hefteya Piştî Komplo

Mirhem Yiğit

Cardî giş kurd rabûn ser xwe. Vê carê jî ji bo Serok. Cardî Kurd herikîn kolanan, bi posterên Ocalan û al diruşmên neteweyî.

Cardî meydan li welat û li derveyî welat tije bûn. Kurd li her derê diqîrin, alên xwe li ba dikin û çendî bi biryar in, çendî ji dil in û çendî girêdayê Ocalan in, bi şêweyên helî vekirî, bi dengên helî bilind radighînin.

Sekin li Kurdan tune, mîna ku li ser agir bin, hedana wan nayê, ji çalakiyekê dikevin yeke din.

Kurdên her perçî û her aliyê cîhanê ne şeva wan şev e û ne jî roja wan maye roj.

Hişê wan li ser Ocalan e, wêneyên Ocalan li ber çavên wan û dengê Ocalan di guhê wan de ye.

Ev hefteyeke  Ocalan di nav lepên Tirkan de ye. Ev dilê kurdan dêşîne û agir dixe kezeba her mirovê Kurd.

Hêrsa Kurdan mezin e, welatgîr e û derece bi derece hildikşe.

Hêrsa vê carê di nav xwe de giş îdeolojî, xetên siyasî, perçeyên welat, zarava û mezhebên Kurdan berhimbêz dike.

Ewropa seranser diheje, pirsa kurdan aktûel e, di rojevê de ye, televizyon, radyo û rojname ji caran zêdetir cîh didinê.

Çu carî Kurd mîna îro yeker hêrs nebûne û hêrsa xwe wiha bi tebayî û bi tifaq kenalzîeyî heman raperîn, serhildan, meş û coreçalakiyeke wiha hevbeş nekirine.

Rewşa Ewropa hinekî dişibe rewşa Emerîka ya piştî raperîna Başûrê Kurdistanê. Bush nav di Kurdan de dabû da ku rabin ser xwe, piştre jî Kurd bi serê xwe hiştibûn.

Sedam jî ev mîna fersendekê li dijê Kurdan bi kar anîbû û avêtibû ser Kurdistanê.

Bi dû vê re bi sedhezaran Kurd ji Başûr derketibûn û derbasî Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bûbûn.

Xelkê Emerîka xwe hinekî di moral de nerehet his dikir û digot ku “ ji vê rewşa Kurdan em Emerîkî berpirsiyar in û gerek Serokdewletê me ji Kurdan re tiştekî bike.”

Niha jî ne bi vê zelaliyê û dilniyatiyê be, dîtineke nêzîkî vê di nav gelên Ewropa de çêdibe.

Ev beşê Ewropiyan dibêje:

“Me cîh neda  Ocalan, kesî ji siyasetmedar û serokwezîr û serokdewletên me deriyên xwe ji Ocalan re venekirin. Ger me statuyeke siyasî bidayê rewşa wî niha dê cihê bûya û wî dê mîna serokekî azad ji bo aştiyê xebat kiriba.”

Dewleta Tirk dê çi bîne serê wî, çilo û çawa wî mehkeme bike giş bi şik in.

Ji ber vê, ew dixwazin heyetan bişînin Tirkiye, ew dixwazin ku Tirkiye di mehkemeyeke vekirî de Ocalan mehkeme bike.

Li aliyê din hin dewletên wek Italya û bi taybetî Yewnanistan hewil didin ku xeletiyên xwe hinekî pîne bikin.

Lewra li Yewnanistanê di nav gelê Yewan de sempatiya beramber gelê Kurd û Ocalan heye, tê zanîn.

Di bin zexta vê sempatiyê de 4 wezîran xwe ji hikûmetê kişandin û istîfa kirin.

Dibe ku ev prosesa istîfakirinê li vir jî nesekin e û heta bi istîfakirina Wezîrê Derve û Serokwezîr jî here, em hêvîdar in,

Ji îro û pêde Kurd dê her tiştî bikin. Bi taybetî li Tirkiye êdî Kurd dê zêde li ser hedefên xwe nesekinin û ferqê nexin nava wan.

Dê ketûber herin ser ekonomî, dezgah û karxaneyên dagîrkeran.

Komploya li dijê Serok û propegendeyên dewleta Tirk ne ku bi tenê gelê Kurd li her derê û li giş perçeyan kire yek, belê herwiha dibe sebeb ku êdî Kurd jî bi şêweyekî realîstir, aqlanetir li têkiliyên nav dewletan û dîplomasiya cîhanê binerin û ji bo xwe dersên pêwist derbixin.

Kurd êdî bi çavên xwe dibînin û rojane dijîn bê ka dîplomasî karekî çendî tevlîhev e, çendî bixeter e, çi dikare bîne serê mirov û çawa dikare mirov bi dev ve bibe erdê, ecêbmayî û behetmayî bihêle.

Gotineke Petroyê Mezin heye, gotineke navdar ku wiha dibêje:

Di nav ketin û şikestinê de em hîn dibin çawa cardî rabin û em çawa bi serkevin.

Kurd jî heta niha gelekî ketin û şikestin, lê piştî her şikestinê bi şêweyekî xwirtir û bitecrûbetir rabûn.

Kurdên bûne rêxistin, bûne gerîla û neteweyî bûne, bûne xwedî Serok û artêş û vî gelê şiyar, dê teqez rojekê di giş cebhan de û dawî di yê dîplomasiyê de jî bi serkevin.

Bila Kurd bi vê bahwer bin.

Stockholm

Sibata 1999 an.

Û îro piştî 11 salan

Ji Sibata 1999 an û bi vir de, di van 11 salên di nav me û hefteya ewil ya bi dû komplo de Kurd, bi kêmanî 11 caran li xwe bûne û dewleta tirk û artêşa xwe jî, çendewçendî navno, bêprestîj û bêîtîbar bûne.

Em ji binê bîrê ber bi devê bîrê de ketine rê û deshelatdar, milîtarîst, şovenîst û şerperestên Tirk jî jor de noqî bîrê dibin û em destên xwe ji wan re dihejînin, „baybayeke „ Ewropî dikin ji wan re.

Zeman li aliyê kê û li dijê kê kar kiriye, çerxa guhertin û pêşketinan li xêra kê û şerê kê geriyaye, digere û dê bigere, bi beşê derbasbûyî hat dîtin, bi yê îro jî ji mitînga li Strasburgê li ber çavan e û girêdayê  birêveçûna girêdayê doh û îro, sibe jî dê kêm zêde çawa be, mirov dikare kêm zêde pêşbînî bike.

Mafê gelê Kurd e, ne carekê milyon car bêje bijî Serok Apo.

Mirhem Yiğit

mirhemyigit@hotmail.com

13 / 02 / 2010

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Connecting to %s