‘Ogretmenim ez bi tirkî nizanim!’

Biryara Boykota Dibistanan a TZPKurdî bi piştgiriyek mezin dest pê kir. Li Amed, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg, Wan, Agirî, Mûş, Betlîs, Qers, Riha û gelek başarên din malbatên xwendekaran piştgirî dan kampanya TZPKurdî ya boykotê.

ŞIRNEX: Li Şirnexê, xwendekarên dibistana seretayî di çarçoveya biryara „Boykota Dibistanan“ a TZPKurdî ku bi daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî dabû destpêkirin bi destpêka vekirina serdema perwerdehiya 2010-2011’an re ligel gefên Serokwezîr û Wezîrên dewletê neçûn dibistanan û dibistan boykot kirin. Li Şirnex û navçeyên Cizîrê, Sîlopî, Hezex, Elkê û Qilabanê, dibistan hatin boykotkirin. Ji ber li Navçeyên Şirnexê ligelek dibistanan xwendekar neçûn dibistanan û ji ber vê yekê destan dest pê nekir. Her wiha li nava kolan û ber deriyê dibistanan polîs bi banzêran tûr dan xwe û ewlehiyek mezin girtin. Li hin dibistann jî xwendekarên ku çûn dibistanê jî neketin dersan û diyar kirin ku dersan boykot dikin. Ji ber vê yekê li gelek cihan mamosteyan xwestin xwendekaran îkna bikin û bi xwendekaran re ketin nava diyalogê. Li Dibistana Seretayî ya Cumhiriyetê ya Navçeya Elkê ku 500 xwendekar lê dixwînin tenê nêzî 10 xwendekar çûn dibistanê.

MÊRDÎN: Bi heman armancê dibistan hatin boykotkirin. Bi taybetî li navçeyên Qoser, Nisêbîn, Dêrîk, Şemrex, li gelek dibistanan ders hate boykotkirin. Ligel serdema perwerdehiyê dest pê kir jî disa gelek dibistan vala man. Li Navçeya Qoserê ji ber biryara „Boykota Dibistanan“ polîsan tedbîrên fireh girtin.

RIHA: Li navçeyên Xalfetî, Sîwerek, Serêkaniyê, Wêranşarê, bi piraniya xwendekaran neçûn dibistanan û piştgirî dan biryara TZPKurdî ya boykotê. Li navçeyên Rihayê bi sedan xwendekaran daxuyanî dan çapemeniyê û diyar kirin ku bi zimanê zikmakî perwerdehiyê dixwazin. Bi sedan kes li ber avahiya BDP’a Xalfetiyê li hev kom bûn û bi dirûşmeya „Bê ziman jiyan nabe“ berz kirin û dawîzên „Gotin yek ziman, yek çand, yek netew û qetil kirin“ û „Sinora zımanê min, sinorê cihana min e“ bilind kirin û meşiyan. Komê li Qada Xalfetiyê meşiyan û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê BDP’a Xalfetiyê Prz. Mustafa Bayram daxuyanî xwend û operasyon şermezar kir. Bayram, anî ziman ku ji bo zarok di perwerdehiyê de serkeftinekê bi dest bixin divê xwendekar bi zimanêdayikê perwerde bibin. Li Navçeya Sîweregê jî koma li ber avahiya BDP’ê kom bû heta Qada Kanlikuyu meşiyan û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Li Wêranşar û Serêkaniyê jî bipaniya xwendekaran neçûn dibistanan û ders boykot kirin. Bi taybetî li dibistanên Dumlupinar, Ulugbey û Belediyeyê yên Wêranşarê ji sedî 90 xwendekar neçûn dibistanan û ders boykot kirin.

COLEMÊRG: Li Navenda Colemêrgê biryara boykotê tesîr kir. Gelek xwendekar neçun dibistanan û polên wan vala man. Midûrê Perwerdehiyê yê Colemêrgê Omer Bulut, diyar kir tenê yek xwendekar jî bê dê ders bikin û da zanîn ku dê demên pêş de daxuyaniyekê bide. Li Gever û Çelê jî dibistan vala man. Li Çelê xwendekarên dibistanên YÎBO’ya Şehîd Bîlal Soybîlgîç, Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê, Liseya Adnan Bahat ya Çelê û Dibistana Seretayî ya Ataturk, bi giştî neçûn dibistanê. Li Geverê jî bi tevahiya bajar tu xwendekar neçûn dibistanê. Li vir destûr nehate dayîn ku rojnamevan ji dibistanan dîmen bigirin. Li van deran polîsan gelek tedbîr girtin.

AMED: Li Amedê jî gelek xwendekar li gorî boykotê tevgeriyan û neçûn dibistanan. Hin xwendekar jî ji bo ku diyar bikin tevli boykotê dibin, li ber deriyê dibistanê sekinin. Bi tevahiya bajar li gel gefên rayedaran jî dibistan vala man. Li navçeyên Bismil û Licê jî xwendekaran bi daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî dibistan boykot kirin û pol vala hiştin. Hate ragihandin ku midûrê polîsan yê Liceyê yek û yeko li dibistanan geriyaye û xwestiye boykot bê şikandin. Li Çinarê jî boykota dibistana serketiye. Ji ber ku tu kes neçû li dibistanan desr nehatin lidarxistin.

WAN: Biryara TZPKurdî li Wanê hate bi cih. Di serî de dibistanên serateyî yên wekî, Dumlupinar, Mustafa Cengîz û lîseyên wekî Ataturk Anadolu, Cumhuriyet, Mehmet Akif Ersoy û gelek dibistanan xwendekar neçûn dibistanan. Hinek dibistanan tenê navbera 15 û 20 xwendekaran çûn dibistanan. Ji bo xwendekaran destek dan boykotê polîsan tebdîrên berfireh li ber dibistanan wergirt. Der barê boykotê de li ber dibistana Dumlupinar a seretayî ya li Taxa Xaçortê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Biryara boykotê ligel Bajaroka Sixkeyê li 11 navçeyan jî bandor bû.

Komeke ku di nava wan de malbatên xwendekar û xwendekar heyîn li ber avahiya BDP’ê ya Erdîşê kombûyîn û bi pankartên, „Berpirsiyariya Peyanisê AKP’ ye“, „Jiyaneke bê zimanê dayîkê nabe“,ber bi Parka Zîlan a pişta Miduriyeta Polîsan dest bi meşê kir. Polîsan li ber Îş Bankê meş asteng kir. Li ser vê yekê komê li vir daxuyanî da. Daxûyanî ji hêla Zerya Koç ve hate kirin û di daxuyaniyê de xwendekarên kurd êdî dixwazin bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibînin.

BEDLÎS: Biryara boykotê li navçe û Bedlîsê destek dît. Hate dîtin ku li gelek dibistana xwendekar neçûn dibistanan û KURDÎ DER diyar kir ku li tevahiya bajêr sedî 50 xwendekar neçûn dibistanan. Berdevkê Plaftorma Şaxên KESK’ê Nîmet İlk, xwest ku zimanê kurdî bikeve makezagonê.

MÛŞ: Li Mûşê navend û Gimgim, Kop û Melezgîrê xwendekar neçûn dibistanan. Balkêş bû ku li gelek dibistanan pol vala ne. .

AGIRÎ: Li Agirî û navçeyên wê yên wekî Bazid, Giyadîn, Panos, Dutax û yên din û bajarokan xwendekar neçûn dibistanan û boykot kirin. Boykot herî zêde li Bazidê pêk hat ji xwendekaran sedî 5 çûn dibistanan. Boykotê li Îdir û navçeyên wê, navçeyên Karaçoban, Tekman ên Erziromê, Qers û navçye wê Kaxizmanê destek dîti.

ÊLIH: Li Êlihê, gelek malbatan zarokên xwe neşandin dibistanê û piştgiriyê dane biryara boykotkirina dibistanan a TZPKurdî. Gelek xwendekar kincên dibistanê li xwe nekirin û neçûn dibistanan. Balkêş bû gelek polîsên sivîl bi wesayît, panzêran li ber dibistanan dewriye davêtin.

Li ber Dibistana Seretayî ya Yavuz Selîm a Taxa Îpragazê daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin. Di nava wan de Hevserokê BDP’ê ya Êlihê Şehmus Aslan, Serokê Navçeya Navendî Şerîf Çakar, Cigirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, Serokê Şaxa KURDÎ DER a Êlihê Suat Çelîk jî hebûn gelek xwendekar û malbat beşdar bûn. Li ser navê xwendekaran, Mustafa Bayındır, daxuyaniyekî bi kurdî kir û diyar kir ku ew zarokên kurd wekî hemû zarokên cîhanê dixwazin bixwînin di nav şaristaniya hemdem de ciyê xwe bigirin.

DİHA

——————————————————————————–

Kongra Gel: Piştgiriyê bidin boykotkirina dibistanan

Serokatiya Kongra Gel piştgirî da kampanyaya TZPKurdî ya boykotkirina dibistanan û hate gotin ku daxwaza perwerdehiya zimanekî mafek e. Kongra Gel bangî hemû xwendekar, ciwan û malbatan kir ku bila piştgiriyê bidin boykotkirina dibistanan. Di daxuyaniya Kongra Gel ya der barê boykotkirina dibistanan de wiha hate gotin: “Em hemû kesên ku vê xebatê dimeşînin bi dil û can pîroz dikin. Em şahiya hemû xwendekarên ku dibistanan boykot dikin parve dikin.” Di daxuyaniyê de hate gotin ku zimanê zikmakî ji bo hebûna gelan girîng e û wiha hate gotin: “Ziman di dîrokê de di têkoşînê de li dijî serdestan roleke girîng girtiye ser xwe. Mafê perwerdehiyê mafê herî xwezayî yê gelê me ye û dev jê bernadin. Li ser vê esasê ev çalakiyeke bêîtîatiya sivîl e, watedar e û girîng e. Ev kampanya daxwaza gelê me ya nasname û ziman e.”

Kongra Gel bibîrxist ku gelê kurd di referandumê de serkeftineke mezin bi destxistiye û niha vê serfeftinê di boykotkirina dibistanan de nîşan dide û wiha hate gotin: “Di referanduma makeqanûnê de gelê me di boykotê de bi ser ketiye û niha jî ji bo perwerdehiya ziman dibistanan boykot aniye rojevê. Ji ber vê yekê kampanya pir girîng e û em bangî xwendekar, ciwan û malbatan dikin ku bila piştgiriyê bidin kampanyayê.”

BRUKSEL

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Connecting to %s