Xwede û ol(dîn) çawa derketin holê – M. Elî Tuysuz

Xwede û ol(dîn) çawa derketin holê – M. Elî Tuysuz
Kurdî

Zanistên rastîn ne older in. Baweriya wan ya li ser Xwêdê û olan li gor zanistiyê avabûye. Li gor zanistên civakî ol(dîn) û Xwedê wiha derketine hole:

Li gor gelek dîrokzan û zanistan dîroka ax û gerdûnê gelekî kevn e. Pirî caran behsa pênc-şeş milyar sal tê kirin. Dîsa însanên destpêkê jî li gor zanistan du milyon sal berê çêbûne. Xweza û şertên avhewa dema însanên destpêkê pir zehmet bûye. Însanên destpêkê him ji hev, him ji heywanan hov û him jî ji serma, ba û baranê pir ditirsin, hewldidin ku xwe ji wan şertên xweza û avhewayî biparêzin.

Însan bêhêz û bêçare ne. Însan nezan û tirsonek in. Însan bêkes û bêçek in. Dar an jî cîhekî bilind, sîyek, kêleka heywanekî êrîşnekir, zinarekî mezin, dîsa dareke qalind, ji bo însanên wê demê û hezaran sal paşê cîhê xwe parastinê ye.

Heywanên hov êriş dikin, hewa sar e, dengê birûskan ji kûr ve tê, baran jî dibare. Însan hewcedarê parastinê ne. Pewîstî bi parastvanan heye.

Di demeke wiha de cîhê ku însan xwe lê diparêze dibe cîhê pîroz. Êdî însan bêbîr bi hinek tiştên ku di xwezayê de hene bawer dike, ji wan hez dike.

Di demên pir kevn de însan bi vî awayî ji bo hin sedemên xwezayî mecbûr mane, an jî pêwîstî ditine ku ji xwe re ramaneke olî peyda bikin. Tiştên ku di destpêkê de însan pê bawer bûye di xwezayê de hebûne. Sempatî ji bo zinarekî, darekê, heywanekê an jî ji bo tav û hîvê çêbûye.

Bi sedan sal derbas dibin. Hewcedarî guherîne, bi parastvanên bi awayên din re pêwîstî heye. Ew sempatî û nêzîkayî ji bo tiştên xwezayî dem bi dem wîsa mezin dibe ku êdî însan bê wan nikare xwe bilivîne û gav bavêje. Ji bo ku wan neqeherîne an jî destûr ji wan bigre, însan bi wan re dipeyive, xwe li ber wan xwar dike, bi gotinên îro rica an jî dua dike ku destûr ji wan bigre. Ew pêvajo bi sedan salan didome.

Dem digu¬here, cîh diguherin, însan diguherin.

Li hinek herêmên cîhanê ew têkiliyên jorîn didomin. Li cîhên din agir hatiye peydakirin, ji kevir û daran çek hatine çêkirin. Li cîhekî din însan hîn li pêş e. Ew êdî ne ji baranê û heywanên hov û ne jî ji şevê ditirse. Lêbelê hewcedarî guherîne. Pêwîstî bi hewcedariyan nû hene. İnsan birçî ye, însan nexweşe. Êdî xweza nikare ji wî re çareseriyan peyda bike. Însan li ezmên dinêre, bi ezmên re dipeyive, bi ezmên û ruh bawer dike, çi li paş ewr û perda ezmên heye meraq dike.

Li cihekî din hinek însan hinekên din bi ezmên û tavê ditirsînin. Li deverên din meraq ji bo ezmên zêdetir dibe. Yek xwe wek xwedê îlan dike û dide nasandin. Dûra qiral dibe xwedê. Bi vî awayî li gelek deverên cîhanê însan li parast¬vanekî digere. Hinek yekî, yên din çendekan dibînin.

Ew ger, di gerê de têkilî û piştre bawerî ji bo însanan dibe ol. Parastvan jî dibe xwedê. Însan di demên pir kevn de xwediyê xwedayekê an jî çend xwedayan bû. Ji bo vê jî wê demê re dibêjin dema olên pirxwedan.

Wek tê zanîn di dema Împaratoriya Roma (700bz.-400pz.) de gelek qiral xwe wek xwedê îlan kiribûn. Di dema Antîk ya Grekîyan(400 bz.) de jî bawerî bi gelek babet xwe¬dayan dihat.

Olên xwezayê ji dema civaka yekemîn ya prîmîtîv bigre heta ku dînên mezin der¬dikevin holê (hîndûîzm, bûdîzm, cihûtî, xiristiyanî û îslam) û belav dibin li gelek hêrêman xurt in. Di wê dema dirêj de bi gelek xwedayan bawerî dibû. Dûre êdî li hinek deveran pêwîstî bi Xwedayek nexuyayî heye. Cihûtî, xiristîy¬anî û îslam olên Yek Xwedayî ne.

Di demên olên kevn de xwedê xwezayî bûn, gelek bûn û xuya dikirin. Ji wê demê re dibêjin dema pirxwedê. Lê sê olên mezin yên van 3000 salên dawîn li ser Xwedayekî nexuya an jî Xwedayekî ji dervayî an jî li ser xwezayê ava dibin.

Di olên Yek Xwedê de, Xwedê mezin e, Xwedê dibîne, dizana û Xwedê diparêze. Ew ol bi têkiliyên navberan însan û Xwedê ve, bi axaftina bi Xwedê re, bi mesajên ku ji Xwedê tên însên an jî bi pirtûkên Xwedê ku digêhêjin însên derdikevin holê. Ew însanên ku bi Xwedê re di nav van têkiliyan de ne jî pêxamber in.

Peyvên ku ew du-sê hezar sal in ku hinek ol li ser dise¬kinin, ruh, miqedes, dua, îba¬det, perestin, qurban, alîkarî, bext, bextiyarî, maf, ezman, Xwedê, axa miqedes an jî ax wek dayik, guneh, parastin, mirin, jiyana pîştî mirinê, melek, rindî, bihuşt, dojeh, xêr, çêyî, pêxamber, afirînêr(Xwedê), mesîh(rizgarker), xirabî, rindî û hwd. in.

————

Helbet li ser ol û Xwedê gelek dîtin hene. Her kes li gor baweriya xwe pirsgirêkê dinirxîne. Hinek li gor zanistî an jî qanûnên xwezayê demê dinirxînin. Yên din, bi taybetî oldar hewl didin ku pêwîstiya ol û Xwedê wek realîte bête qebûlkirin û pê were bawerkirin.

Ji ber ku ew ol û Xweda yê nexuya ji dervayî xwezayê ne, nirxan¬din û şirovekirina wan jî dê bi ramanên nexwezayî bin. Yanê yên ku bi olekê bawer nakin nikarin bi oldaran re vê pirsê li gor qanûnên xwezayî an jî bi awayekî zanistî gotûbêj bikin. Lê mirov dikare ji ol û oldarên rastîn re rêz nîşan bide, ji ber ku ew ol bûne parçeyek ji jiyan û çanda însan û civakan. Lê ol li ser derewan û ji tirsan, ji bo tirsandinê û ji bo xapandinê derketine holê û hatine afirandin. Siyasetmedarên oldar yên derewîn, bi taybetî misilmanên derewîn hîn ji bi misilmantî û xwedê kurdan dixapînin.

Serdestan di civakên xiritiyan ya di dema navîn ya dîrokî de têra xwe ol bi kar anîn. Edî îro vê nikarin bikin. Lê di civakên misilman de hîn serdest bikaranina olê ve mijûl in. Bi pêşkerina aborî û perwerde û dîsa bi helweşendina rejîmên diktator û paşferû ve misilman dê nikaribin însên bi olê bixapînin û bitirsînin. Ew pêvajo dê di van civakan de jî destpêbike.

—————–

alikosan1@hotmail.com

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Connecting to %s